25 Îlon 2016•Rojanekirin: 26 Îlon 2016
ANKARA
Wezareta Karên Derva, êrîşên rejim û alîgirên wê yên dijî sivîlên li Heleb û hawirdora wê şermezar kir.
Di daxuyaniya nivîskî ya wezaretê da hat destnîşankirin ku li Sûriyê rejim û alîgirên wê di van çend rojên dawîn da li Heleb û hawirdora wê êrîşên asîmanî pêk anîn û di encamê da bêtirî 300 mirovên sivîl mirin û bi sedan jî birîndar bûn. Herwisa wezaretê di daxuyaniya xwe da ev hemleyên asîmanî yên ku bûn sedema mirin û birîndarbûna sivîlan, şermezar kir.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku rejim di van êrîşan da xelkê xwe bi awayekî xedar dikuje, bi taybetî jî binesaziya mîna nexweşxane, îstasyonên pompekirina avê û navendên midaxalekirina bilez dikin armanc.
Herwiha di daxuyaniyê da wiha hat gotin, "Di heyama ku tevî welatê me komek welat hewl didin ku pêvajoya agirbesteke nû bidin destpêkirin da, ev êrîş tên lidarxistin. Van êrîşan careke din jî dane nîşan ku li Sûriyê rejim û alîgirên wê, li pey çareseriyeke siyasî nînin.
Hatibû ragihandin ku li Sûriyê di hemleyên asîmanî yên rejima Serokê Sûriyê Beşşar Esed û alîgirên wî yên ji 19ê îlonê bi şûnda da 323 sivîl mirine, hezar û 334 mirov jî birîndar bûne.