Cihan Demirci
03 Sibat 2022•Rojanekirin: 04 Sibat 2022
Li Îpsalaya navçeya Edîrneyê 7 koçberên bêdestûr mirî hatin dîtin.
Di daxuyaniya Walîtiyê da wiha hat gotin:
"Piştî ku Yewnanistanê koçberên bêdestûr paşve dehf dan û ji koçberan 12 kes duh li Îpsalaya navçeya Edirneyê qefilîbûn û mirî hatin dîtin, li herêmê duh û îro jî lêgerînê dewam kir. Di lêgerînê da mixabin jimara koçberên ku mirî hatin dîtin, derket 19an."
Li navçeya Îpsalayê bi dîtina 7 cesedên din va jimara koçberên bêdestûr ên ku qefilîn û mirin, derket 19an.
Ekîbên cendirmeyan li bejayê digerin û li hewa jî bi droneyê lêgerînê dikin. Ekîbên tenduristiyê jî amade ne.
Duh li gundê Paşakoyê, li tanga Mandakoruyê cesedên 11 koçberên bêdestûr hatibûn dîtin. Koçberekî ku hindik mabû biqefile jî hat xilaskirin û ew jî rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Keşanê, lê xelas nebûbû. Cendirme, yekîneyên sînor, polês û ekîbên AFADê li herêmê dest bi lêgerînê kiribûn.