24 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 25 Rêbendan 2016
ANKARA
Di malpera Sererkaniyê da der barê bûyerên li welêt da agahî hatin dayîn.
Li gor agahiyên Sererkaniyê di operasyona Cizîra navçeya Şirnexê da 9 terorîst hatin kuştin. Hejmara terorîstên ku di operasyonan de hatine kuştin gihîşte 446an.
Di operasyonê da 13 teqemeniyên bidestan hatine çêkirin, 2 keleş, 5 şarjorên keleşan, 415 fîşengên ji hev cudatir, 3 demançe, 28 tivingên nêçirê, 235 fîşengên van tivingan, 58 êlegên êrîşê, 3 kamerayên dijîtal, 3 bêtêl, 2 telefonên destan, 3 komputer, 2 maskeyên xazê, 3 akû, 50 kîlo amnyum nîtrat, 30 santêm fitîla agirberdanê û gelek alavên tibbî hatin bidestxistin.
Li Sûra navçeya Diyarbekirê jî 5 kes hatin kuştin. Hejmara terorîstên ku li navçeyê hatine kuştin gihîşte 120an.
Li Silopiya navçeya Şirnexê jî di operasyonê de 3 terorîst hatin kuştin. Dîsa li Silopiyê 7 terorîst teslîmî polêsan bûn.
Li Elbeyliya navçeya Kilîsê jî 23 endamên rêxistina terorê DAEŞê û 21 zarokên bi wan re yên ku hewl didan ji Sûriyeyê derbasî Tirkiyeyê bibin hatin girtin.