SÎÎRT
Komeleya Çand û Alikariyê ya Gundê Dîşîlînarê, li gund 2yemîn Şahiya Hinaran a Zîvzîkê li dar xist. Waliyê Sîîrtê Ahmet Aydin beşdarî şahiyê bû û li wir der barê pêvajoya çareseriyê de axivî.
Aydın diyar kir ku bi saya pêvajoyê, niha ciwan di vê şahiyê de dilanê digrin û wiha got: "Heke em yek bin û bi hev re bin bi îzna Xwedê tu kes nikare zirarê bide me. Heta ku ji destê min hat ez fêrî kurdî bûm. Tiştên ku ez hîn bûm min ji hemû dinyayê re gotin. Ev çanda me ye û tu kes nikare vê înkar bike, ev nasnameya me ye. Bi salan e tiştên xirab çêbûn. Ez îtîraf dikim, dewletê gelek tiştên nebaş kirin."
Aydin axaftina xwe wiha domand: "Çend roj berê ez çûm ziyareta Waliyê Şirnaxê û birêz walî got ku '10 sal berê heke me behsa van tiştan bikira yê ji me re bigotana ev zilam dîn e.' Hûn pakêta nû dizanin. Me li ser çiyayan dinîvîsî 'Xwezî ji wî kesî re ku bibêje ez Tirk im', yê din jî digot 'Ez kurd im.' Me ev tev rakirin. Bila bi tenê em ji hev hezbikin, ya din hêsan e."
Serokê Şaredariya Sêrtê Selîm Sadak jî kurdî axivî û ji bo bendavên ku li herêmê tên çêkirin, bertek nîşan da.
Parlamenterê BDPê yê Diyarbekirê Altan Tan jî der barê Pakêta Demokratîkbûnê de axivî û diyar kir ku pakêt ne li gor dilê gel e.
Şahî piştî çandiniya hinaran bi konserekê qediya.