ÇANAKKALE
Keştiyên Sîtola Rûsan duh nîvro ji Geliyê Îstanbûlê derbas bûn û di saet 06.30yî de jî ketin Geliyê Çanakkaleyê. Keştiyên bi navê "Mînsk" ya bi 127 nimreya bordayê, "Novocharkassk"ê bi nimra 142 ya bordayê û "Prîazove"ya bi nimra CCB-201 ya bordayê di saet 09.05an de ji Geliyê Çanakkaleyê derbas bûn.
Botên ewlehiya peravê jî di dema derbasbûna keştiyan de çavdêrî kirin. Welatiyên ku li ser rêya peravê kom bibûn jî bi eleqeyeke mezin keştî temaşe kirin.