Di operasyonên ku hêzên ewlehiyê ji 22yê tîrmehê vir ve bir ser PKKya rêxistina terorê de heta niha 943 terorîst hatin kuştin.
Piştî daxuyaniya KCKê "wesayîtên ku di bendav û înşeatên bendavê de dixebitin wê bibin hedef" PKK û şaxa wê ya ciwaniyê YDG-H û DHKP-C ya rêxistinên terorê li herêma Rojhilat û Başûrê Rojhilatê welat çalakiyên ku zirarê dide hizûr û aştiyê didomînin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê berhev kir di 54 rojên dawîn de (7ê tîrmehê-29ê tebaxê) Fermandarê Cenderman ê Malazgîrtê Serbaz Arslan Kulaksiz û Beyazit Çeken ê ku Midûrê Şaxa Lêkolîn û Îmhakirina Bombeyê ya midûriyeta Ewlehiyê ya Stenbolê jî di nav de 65 wezîfedarên ewlehiyê (esker, polês û gundparêz) hatin şehîdkirin, yek jê ji îranê 18 kes mirin û 3 jê ji îranê 257 kes jî birîndar bûn.
Terorîstan 227 wesayîtên ku piraniya wan tir bûn şewitandin û di vê heyamê de 105 terorîst hatin kuştin û 14 heb jê birîndar 19 terorîst hatin girtin.
Operasyonên li nav welêt
PKK û YDG-Hya şaxa wê ya civaniyê di serî de li hundirê welêt hêzên ewlehiyê ji 24ê tîrmehê vir ve gelek operasyon birin ser DAEŞ û DHK-Cya ku rêxistinên terorê ne û di wan operasyonan de 2 hezar û 192 kes hatin binçavkirin û ji wan 554 kes hatin girtin.
Operasyonên TSKê yên ji hewayê
Hêzên ewlehiyê ji 22yê tîrmehê vir ve di operasyonên hewayî yên ku li hundir û derveyê welêt birin ser PKKê de heta niha 943 terorîst hatin kuştin.
Di operasyonên li derveyê welêt de nêzî 580 û di operasyonên li nav welêt de jî 250-300 terorîst birîndar bûn.
PKKya rêxistina terorê cesedê hin terorîstan bi xwe re dibin û yên hin terorîstan jî li cihê ku lê can da ye dihêlin.