Çelîk di daxuyaniya xwe ya ji bo "Komxebata Pirsgirêkên Nûçegihaniya Kurdî û Pêşniyarên Çareseriyê" ya ku dê 29ê mehê li Salona Konferansê ya AAyê de pêk bê wiha axivî:
"Vekirina beşa kurdî ya li Anadolu Agencyê tiştekî gelek baş e. Ez him Anadolu Agencyê û him jî Zanîngeha Mûş Alparslan û Zanîngeha Mardîn Artûkluyê ji ber vê komxebatê pîroz dikim. Hebûna van zanîngehên herêmê ew e ku, welatiyên herêmê hembêz bikin, li ser çanda vir lêkolînan bikin, van tiştan biweşînin û pişt re bi sempozyûm, panel û konferansan ve van tiştan bikin malê gel. Ji ber vê ez dixwazim bibêjim ku ez vê çalakiyê pîroz dikim û dibêjim ev tiştekî gelek baş e."
Çelîk destnîşan kir ku Anadolu Agency ajansa Tirkiyeyê ye û wiha got: "Ji xwe navê wî diyar e, ajansa netewî ya Tirkiyeyê ye. Lê ji ber ku ajans her kesî hembêz dike, bi taybetî jî reformên çandî yên ji bo pêvajoya çareseriyê yên ku hikûmet dike ve gavan diavêje, tiştekî gelek baş e.