ANKARA
Lijneya Rêveberiya AAyê di bin serokatiya Serokê Lijneya Giştî û Gerînendeyê Giştî yê Anadolu Agencyê Kemal Ozturk de kom bû û armancên ku di "Civîna Planên 2014an" de bi destê beşan ve hatibûn destnîşankirin, qebûl kirin.
Li gor vê armancê AAyê îsal bi destê kargehên hundir û derveyî welêt ve di rojê de ji 400î zêdetir nûçeyên taybet û rûtîn û 2 hezar jî wêneyan dê biweşîne.Rêwebiriya AAyê Armanc dike ku di rojê de 41 hezar kes bikevin malpera înternetê ya AAyê.
Armanca Dîrektoriya Weşana Nûçeyên Dîmenî jî ew e ku îsal pêşbirka "2014 Îstanbûl News Photo Awards"ê li dar bixe û malpera "Anadoluimages.com"ê veke û berhemên wêne, dîmen, grafîk û multîmedyayê bigihîne her cihî.
Armanca Midûriyeta Termînala Fînasê ya ku girêdayî Dîrektoriya Weşana Nûçeyên Aborî û Fînasê ye jî ew e ku hemû nûçeyên ku ji bo termînalê tên nivîsandin li ser HASê bên weşandin. Daneyên Borseya Stenbolê bê pirsgirêk biweşînin û daneyên borseyên derveyî welêt jî hemdem biweşînin û termînala webê ya xwe têxin xizmetê.
Dîrektoriya Weşana Nûçeyên Werzişê qirar da ku nûçeyên navneteweyî biweşînin. Di vê çarçoveyê de çalakiyên 2014an, musabeqe û organizasyonên navneteweyî bişopînin û wêne û dîmenên wan biweşînin.
Armanca Dîrektoriya Weşana Nûçeyên Tirkiyeyê jî ew e ku di rojê de 280 rûtin û 40 jî taybet, bi tevahî 320 nûçeyan çêbike.
Edîtoriya Nûçeyên Derve ya Tirkiyeyê jî dê nûçeyên teknolojî, tenduristî û xurekê wergerîne tirkî. Di weşana nûçeyên îngilîzî de jî zêdebûn çêbe û bi alîkariya redaktorên xerîb ve jî zimanê îngilîzî hê jî baş bibe. Bi tevkariya edîtoran ve weşana nûçeyên zimanê îngilîzî dê bên destnîşankirin.
Di du zimanên din de jî weşanê bê kirin û kargehên nû dê bên vekirin
Armanca Dîrektoriya Weşangeriya Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur jî ew e ku sazîbûna xwe ya Afrîkayê temam bike û li herêmê bibe ajansa yekemîn. AA di vê çerçoveyê de li 20 welatî û li 23 bajarî dê xizmetê bide. Îsal di meha hezîranê de li Dubaî, Senegal, Nîjerya û Afrikaya Başûr 4 karhên nû dê bên vekirin. Di 6ê nîsanê de jî bi zimanê firansî weşanê bê kirin û navenda wê dê jî Tunus be.
Dîrektoriya Weşangeriya Herêma Qafqasya û Asyayê jî dixwaze ku li Îranê xwe xurt bike. Dîrektoriya Herêmê dê li 10 welatî nûçeyan binivîsîne û bi zimanê rûsî weşanê hê jî xurttir bike.
Dîrektoriya Herêma Pasîfîkê li 2 welatan di 3 bajaran de nûçeyan binivîsîne û li Pekînê kargeheke nû veke.
Dîrektoriya Weşangeriya Herêma Ewropayê di 1ê cotmehê de dest bi weşana Arnawudî bike û navenda wê jî dê Saraybosna be. Dîrektoriya Herêmê li 22 welatan li 25 bajaran nûçeyan binivîsîne. Li London û Parîsê kargehên nû dê bên vekirin.
Armanca Dîrektoriya Weşangeriya Herêma Amerîkayê jî ew e ku îsal bi tirkî, erebî û îngilîzî weşanê bike. Dîrektoriya herêmê li welatan li 3 bajaran nûçeyan binivîsîne û li Amerîkaya başûr jî networka nûçegihanên serbixwe saz bike.
Hejmara aboneyan dê bibe 50
Armanca Dîrektoriya Firotin û Bazargeriyê jî ew e ku hejmara aboneyan ji 25 welatan derxe 50 welatî. Di nav armancên dîrektoriyê de sazkirina Global TVyê, firotina projeya multîmedyayê û vekirina malpera "şirkethaberleri.com"ê hene.
Armanca Dîrektoriya Teknolojiyên Agahî û Ragihandinê jî ew e ku di hilbijartinan de daneyan ji sindoqan bigre û bi web û cîhazên mobîl ve li ser înternet û SMSan ve bide hev û bigihîne aboneyên xwe, ji bo vê jî projeyan çêke.
Arşîv bo weşana bê amadekirin
Arşîva ku di destê AAyê de bi Projeya Amadekirina Arşîva Bultenê ve hat amadekirin û arşîva ji 1920î heta 1995an bi tevahî wergerandin daneyên elektronîk û ji bo firotinê tên amadekirin.
Dîrektoriya Çavkaniya Mirovan jî dixwaze ku dilxweşiya xebatkaran ji sedî 75an derxe ji sedan 80yî.
Koordînatoriya Akademiya Nûçeyan jî îsal bernameya perwerdehiya kameravanî, nûçegihaniya vejenê û nûçegihaniya şer ya heyema 4emîn li dar bixe.