14 Tebax 2016•Rojanekirin: 15 Tebax 2016
ANKARA
Alîkarê Serokwezîr Numan Kurtulmuş di Fox TVyê de beşdarî weşana zindî bû û li ser rojevê axivî.
Kurtulmuş got ku Komara Tirkiyeyê nikare bi artêşeke qels ve pêşve here û wiha axivî: "Kes li dijî hêzdariya TSKyê nîne, lê ya ku em dijî derdikevin ev e: Bi tenê karekî TSKyê heye ku ew jî parastina welat e. Divê TSKya ku armanca wê bi tenê parastina welêt e, çav nede siyasetê, divê çavê wê lê nebe ku mudaxaleya siyasetê bike, ev bê avakirin. Înşallah êrîşa 15ê tîrmehê wê bibe sedem ku li Tirkiyeyê ev bê avakirin, ez hêvî dikim ku em bi ser bikevin."
- "Ev derbê ji yên xayîntir e"
Kurtulmuş behsa hewldana derbeyê ya FETOyê kir û wiha pê de çû: "Hemû derbe ji bo ku di siyasetê da rêvebiriyê biguhere dest pê dikin. Lêbelê ev derbê ji yên xayîntir e. Di vê derbê da senaryoyeke hatiye amadekirin ku siyasetê bê îstiqrar bike, siyasetê ji binî va ji rojeva Tirkiyê rake, pêşiyê şerekî navxweyî derbixe û paşê jî ji bo dagirkeriya biyaniyan Tirkiyê amade bike. Gelek eşkere ye. Her çi qas agahiyên nû tên bidestxistin, delîl tên ber destê me, em vê baştir dibînin."
"Yên din ji dervayê çarçoveya îslama xwe hesibandin"
Alîkarê Serokwezîr Kurtulmuş destnîşan kir ku rêxistina FETOyê xwe wek misilman, kesên din ji dervayî îslamê dibînin û wiha got: "Çawa ku di dîrokê da jî heye, mîna gelek grûbên ezoterîk, mîna gelek unsûrên batinî, ev meriv di nava hemû misilmanan da bi tenê grûba xwe ya piçûk û teng misilman qebûl kirin, di nava xwe da hiqûqeke nû danîn û yên din ji dervayê çarçoveya îslama xwe hesibandin. Bênamûsiya herî mezin di vir da ye, îxaneta herî mezin di vir da ye. Bi salan e ev îxanet nehat dîtin. Ji vê hêlê va ji rêxistina Hesen Sabbah bêtir rêxistineke batinî ye. Ji xeynî vê, xurifînên din jî, serkirdeyê xwe wekî Mehdî dibînin, her tiştekî ku ew dike, masûm dibînin. Ev xurifiyên îtiqadî ne. Lêbelê ji hêla sosyolojîk va xurifîna herî mezin li vir derxistin holê."
- "Kesekî biaqil piştgiriyê nade derbeyê"
Kurtulmuş got ku li Tirkiyeyê her kesî ku biaqil piştgirî nedaye derbeyê û wiha axivî: "Piştî mitînga 7ê tebaxê ez dibînim ku hêza Tirkiyeyê pir xurt bûye. Him ji hêla têkiliyên Amerîkayê, him ji hêla têkiliyên bi welatên Ewropayê re û him jî di qada navneteweyî di mijara tekoşîna FETO de, bi ya min destê me pir xurt bû. Mitîngeke neteweyî ya mezin hat lidarxistin, ev hêzeke mezin a derasayî ye. Bi vê mitîngê ve ev derketiye holê ku yu kesekî biaqil piştgiriyê nade derbeyê."
- "Dilê wan jî dişewite"
Kurtulmuş got ku li herêmâ Rojhilatê kurdan jî bertek nîşanî derbeyê dane û wiha dewam kir: "Li Anadoluya Rojhilat û Başûrê Rojhilat di xwepêşandanên dijî derbê da gelek birayên me yên kurd ên ku ne tenê reyên xwe dane AK PArtiyê, CHPê, kesên ku reyên xwed dane HDPê jî hatin û beşdarî wan mitîngan bûn. Dilê wan jî dişewite ku HDP di bin sîha PKKê da ye. Ji ber vê çendê divê HDP demildest ji bin sîha PKKê derkeve û PKKê wek dijminê Tirkiyê yê hevpar bibîne."