28 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 29 Berfanbar 2015
BEXDA
Hat ragihandin ku bajarê Ramadiya navenda wîlayeta Enbarê ji DAEŞa rêxistina terorê hatiye sitendin.
Berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevbeş li Iraqê Yehya Resûl, di daxuyaniyekê da ji bo televizyoneke dewletê ragihand ku Ramadî hatiye rizgarkirin û got, "Yekîneyên ser bi artêşa Iraqê, hêzên têkoşîna dijî terorê, hêzên polêsên hevgirtî, hêzên polêsên Enbarê, ekîba midaxeleya acîl, tugaya topçî, hêzên esmanî yên Iraqê, bi piştgiriya milîsên Heşda Şebî û yên eşîran, Ramadiya navenda Enbarê ji destê DAEŞê derxistin û alayên Iraqê bi ser avahiyên hikûmetê berba kirin."
Resûl herwiha got, "Herêmên me yên dagîrkirî weke Amirlî, Curf el-Nesir, Zulûîye, Tikrît û Beycî jî wê bêne rizgarkirin."