Abdullah Tel
22 Adar 2019•Rojanekirin: 25 Adar 2019
Gelek tûrîstên Îranî ku tetîla cejna newrozê ya ji 13 rojan pêk tê bo li derveyê welêt derbas bikin berê xwe dan Wanê û ew li pêş Deriyê Sînor ê Kapikoyê bi qerenfîlan hatin pêşwazîkirin.
Welatiyên Îranê berê xwe dan bajarê Wanê ku bi welatên wan ra xwedî sînorê herî dirêj e.
Tûrîstên ji Îranê di deriyê sînor ê Kapikoyê ya li navçeya Sarayê ye da debasî alî Wanê bûn û tetîla xwe li Tirkiyeyê dikin.
- Bi qerenfîlan hatin pêşwazîkirin
Ji Midûriyeta Çand û Tûrîzmê ya Bajêr, Qeymeqamtiya Sarayê û Midûriyeta Gumrukê heyetekê tûrîstên ji Îranê hatin Tirkiyeyê pêşwazî kirin û qerenfîl dan wan. Di heman demê da heyetê cejna newrozê jî pîroz kir û loqim îkramî mêvanên xwe yên ji Îranê hatin, kirin.
Esnaf û dikandarên Wanê ji ber cejna newrozê gelek kêfxweş in lewra dema welatê cîran tetîlê dide destpêkirin û ew jî vê yekê wek fersend dibînin û kêfxweş dibin. Li Wanê niha bi navê "Shopping Fest"ê mihrîcan heye û esnafên bajêr bi zimanê Farisî va danezanên li serê nasandin hene, bi pace û pêş dikanên xwe va kirine. Tûrîstên ji Îranê jî digel zema xercê ya ku li alî welatê wan tê sepandin dev ji Wanê bernadin û tiştên ji bo xwe wek pêwistî dibînin ji alî Wanê dikirin û dibin welatê xwe. Bi saya kirînên tûrîstên ji welatê cîran aboriya bajêr geş û dilê esnafên bajêr jî xweş dibe, rûyê wan dikene.
Tetîla li alî Îranê wê heta 13 rojan dewam bike û tê payîn hejmara tûrîstên ku wê ji wir bên jî zêdetir bibe. Saziyên fermî û odeyên esnafên bajêr ji bo xweş ezimandina tûrîstan hewl didin û dixwazin ku bila mêvan ji wan razî bimînin.
Tûrîstên ji Îranê jî dibêjin ku Wan bajarekî xweş e û pêwîstiyên xwe bi hêsanî li wir dikarin temîn bikin.