01 Sibat 2016•Rojanekirin: 02 Sibat 2016
HELEB
Balafirên şer ên rûsan li Anadana navçeya Helebê ya Sûriyeyê 20 êrîşên hewayê kir. Di êrîşan de 4 kes mirin û 60 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê ji rayedarên parastina sivîl berhev kir, balafirên rûsan ên şer li navçeya Anadanê ya ku di destê muxalifan de ye 20 êrîşên hewayê kir. Hat ragihandin ku di êrîşan de 4 kes mirin, 60 kes birîndar bûn û gelek avahî jî xirab bûn.
Aktîvîstê heremî Mihemed Kurab daxuyand ku tîmên parastina sivîl ji bin enkazan mirî û birîndaran derdixin.
Kurab got ku balafirên şer ên rûsan li bakurê Helebê êrîşên xwe didomînin, gel ji tirsa xwe nikare derkeve derva.