DİYARBAKIR
Serokê Herêma Kurdistana Iraqa Federal (HKIF) Mesûd Barzanî, Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê Osman Baydemîr ziyaret kir.
Parlamenterê Diyarbekirê yê AK Partiyê Galîp Ensarîoglu, hunermend Şivan Perwer û Serokê HKIFê Mesûd Barzanî bi hev re çûn Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê. Serokê Şaredariyê Osman Baydemîr, Parlamenterê Serbixwe yê Mêrdînê Ahmet Turk, Parlamentera Serbixwe ya Diyarbekirê Leyla Zana, Parlamenterên BDPê Altan Tan, Sirri Sakik û Esat Canan û Serokê Şaredariya Sûrê Abdullah Demîrbaş pêşwaziya wan kirin.
Barzanî, Baydemîr û parlamenteran hembez kir.
Hevdîtin li meqama şarederiyê pêk hat û çapemenî beşdarî hevdîtinê nebû. Piştî hevdîtinê Barzanî bi kurdî sipasiya Baydemîr kir û anî ziman ku ji bo rewşeke wiha pir kêfxweş e.
Barzanî anî ziman ku ji bo peyama biratî û aştiyê bînin hatiye Amedê û wiha peyivî: "Ji bo ku em piştgiriyê bidin pêvajoya çareseriyê em li vir in. Me silavên gelê Kurdistanê ji gelê tirk re, silavên gelê Hewlerê ji ji gelê Amedê re anî. Gelê Kurdistanê ji aştiyê hez dike. Em destê xwe yê aştiyê dirêjî gelê tirk, faris û ereban dikin. Em pêvajoya aştiyê ya ku Birêz Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan avêtiye baş dibînin. Em gavên ku Ocalan ji bo pêvajoya aştiyê avêtiye jî teqdîr dikin." Barzanî diyar kir ku ew bi hemû hêzên xwe ve piştgiriyê didin pêvajoya çareseriyê.
Barzanî wiha axivî:
"Projeya aştiyê bi hêsanî bi destê mirov nakeve. Destkeftiyên ku bi aştiyê ve tên qezenckirin bi rêyên din ve bi dest nakevin. Karê me yê ewil yekîtiya kurdan e. Heke kurd bi hev re tevbigerin, him dê ji xwe re, him ji tirkan re, him ji farisan re û him jî ji birayên xwe yên ereb re dê xizmetê bikin. Duh li Amedê pêvajoyeke dîrokî dest pê kir. Em hêvî dikin ku ev bidome. Aştî rêya herî baş e. Ji bo min Amed ciheke ezîz û biqîmet e. Cara ewil e ku em li Amedê digerin. Em bi dil û can ji Amedê hez dikin. Birêz Baydemîr, Amed mala me ye, Hewlêr jî mala we ye. Înşellah em dê aştiyê pêk bînin û kêfxweş bibin."
Baydemîr jî di axaftina xwe ya bi kurdî de diyar kir ku ew dê bi hev re xwarinê bixwin û diyar kir ku dê destê bihevratî û biratiyê dê bidin hev. Baydemîr wiha axivî:
"Înşellah ev bihevratî dê bibe azadiya gelê mezlûm. Bangeke min ji bo birayên tirk, ereb û farisan heye. Bihevratî û yekîtiya kurdan ji bo dostaniya wan e jî. Heke kurd di nav bihevratiyê de bin înşellah dê aştî jî bê. Înşellah bi aştiyê ve birayên me yên tirk, ereb û faris jî dê bigihîjin demokrasiyê. Hewlêr, Qamişlo, Mahabad mala hemû kurdan e."
Baydemîr diyar kir ku duh li Diyarbekirê roja aştiyê pêk hat û wiha got: "Li ser xêrê be. Ez hêvî dikim ku gelê kurd bigihîjin azadiya xwe û bigihîjin aştiyê û demokrasiyê. Hûn bi xêr hatin bajarê xwe."
Baydemîr di hevdîtinê de şal û şepik li xwe kir. Ala Tirkiyê û HKIFê, nivîsa bi kurdî, tirkî û îngilîzî ya ku dibêje "Hûn bi xêr hatin" jî di protokolê de cih girt.