ŞANLIÛRFA
Li Hîlwana navçeya Şanliûrfayê di hilbijartina herêmî ya mixtariyê de şerê biçek derket û 6 kes hatin kuştin.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin li gundê Yûvacaliyê ji ber hilbijartina mixtariyê di navbera du malbatan de şerê biçek derket. Di şer de 4 kes miribûn û 5 kes jî birîndar bûbûn.
Ji birîndaran Bedîrhan Çelîk û Sûphî Tanikê ku li nexweşxaneya Dewletê ya Balikgolê dihatin tedawîkirin jî mirin û hejmara miriyan derket 6an.
Tedawiya 3 birîndaran jî dewam dike.