07 Gulan 2016•Rojanekirin: 08 Gulan 2016
ANKARA
Di operasyonên li Nisêbîna navçeya Mêrdînê û Şirnexê da 16 endamên rêxistina terorê hatin kuştin.
Di malpera Sererkaniyê da cî dan bûyerên ku duh li welêt qewimîn.
Li gor vê, di operasyona ku li Nisêbîna navçeya Mêrdînê dewam dike da 5 endamên rêxistina cihêkar hatin kuştin. Di operasyonên li navçeyê da hejmara terorîstên ku hatin kuştin xwe gihande 339an. Di operasyonê da 2 debançe, 49 fîşengên wan, 5 bêtêl û dûrbînek hat bidestxistin û 12 teqemeniyên ku bi destan hatine çêkirin hatin îmhekirin. Hejmara teqemeniyên ku hatin îmhekirin xwe gihande 780î.
Di operasyona ku li Şirnexê dewam dikin da 11 endamên rêxistina terorê hatin kuştin. Hejmara terorîstên ku di operasyonê da hatin kuştin xwe gihande 319an. Di operasyonê da 6 teqemeniyên ku bi destan hatine çêkirin hatin îmhekirin. Hejmara teqemeniyên ku di operasyonê da hatin îmhekirin xwe gihande 870î.
5 endamên DAEŞa rêxistina terorê hatin girtin
Di operasyona ku li Çuxurcaya navçeya Hekariyê dewam dike da endamekî rêxistina terorê bi Druganova tivinga nîşangeriyê va mirî hat girtin.
Li Silopiya navçeya Şirnexê 2 terorîstên ku ji ciyê kontrolê reviyan û 2 keleşkof hatin girtin.
Li Hîzana navçeya Bidlîsê di operasyona hêzên ewlekariyê da keleşkofek, 35 fîşeng, 2 tivingên nêçîrê û 23 fîşeng hatin girtin.
Li Oxuzeliya navçeya Gazîentabê di navbera hêzên ewlekariyê û endamên DAEŞa rêxistina terorê yên ku hewl didan bi rêyên dereqanûnî derbasî Sûriyeyê bibin da pevçûn derket, di pevçûnê da 5 terorîstên biyanî hatin kuştin, 10 kes jî hatin derdestkirin.