Di daxuyaniyê de hat gotin ku di hevdîtinê de li ser mijara pêvajoya çareseriyê, Herêma Kurdistana Federe, Têkiliyên navbera Kurdên Rojava û Kongreya Neteweyî ya Kurdan hatiye axivîn û ev mijar hatine nirxandin.
Hat destnîşankirin ku Serokê PKKê Abdullah Ocalan ji bo Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî nameyek nivîsiye û daye rayedaran da ku teslîmî Zana û Onder bikin û wiha hat gotin: "Dema ku name bigihêje ber destê Zana û Onder ev her du parlementer dê derbasî Herêma Kurdistana Iraqê bibin û bi aliyên Kongreya Neteweyî re dê hevdîtinan bikin.
Di daxuyanê de hat diyarkirin ku Ocalan got, pêvajoya çareseriyê ne tiştekî wisa ye ku bikin qurbana hilbijartinê û dixwaze hejmara şandeyên siyasî yên ku diçin Îmraliyê zêde bibin."