Bedîrhanoglû destê xebatkarên şaredariyê û welatiyên ku li ber avahiya şaredariyê kom bûn, yek bi yek girt û ji Hekariyê veqetiya.
Bedîrhanoglû diyar kir ku tenê bi awayekî fizîkî ji bajêr derdikeve û li bajêr bi hezaran dostên wî hene û got ku ez êdî xwe wek hekariyî dihesibînim.
Bedîrhanoglû axaftina xwe wiha berdewam kir: "Ez ê her dem û li her derê di xizmeta Hekarî û gelê Hekariyê de bim. Kar xilas bû, lê ne mimkun e ku ez ji Hekariyê veqetim. Em dê heta azadiyê têkoşîna xwe berdewam bikin. Cihê gelê Hekariyê yê di dilê min de dê her dem taybet be. Ez ê wan her dem bi hezkirin û rêzgirtinê bi bîr bînim. Gelê Hekariyê bi qasî 5 salan piştgirî da min. Ji ber vê yekê ez her dem mînetdarê gelê Hekariyê me. Li Hekariyê gelek bîranînên me yên xweş hene. Ez spasiya tevahiya gelê Hekariyê dikim. Her çiqas ez bi awayekî fizîkî dûrî Hekariyê bim jî ez ê ji dil û can di xizmeta Hekariyê de bim."
Wekîlê Şaredar Ahmet Taş jî Bedîrhanoglû oxir kir û spasiya Bedîrhanoglû kir û di jiyan wî de ji bo wî serkeftin xwest.