Di biryarê de hat destnîşankirin ku doz di 20ê çiriya pêşîn a 2008an de dest pê kiriye û di 5ê tebaxa 2013an de jî qediyaye.
Di biryarê de ev gotin cih digirin: "Di encama darizandinê de eşkere bû ku bi navê Ergenekonê rêxistineke terorê ya çekdar heye û rêxistineke gladyo/kontrgerîlla ye. Bi taybetî jî di nava Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê de li derveyî zagonan ava bûye û di nav rêxistinê de kesên sivîl û leşker jî hene. Di encama darizandinê de der barê bersûcan de ji ber sûcên ku kirine û ji ber endamtiya Rêxistina Terorê ya Ergenekonê biryara cezakirinê derket. Sûcê herî mezin jî ew e ku rêxistin û endamên rêxistinê bi zor û tundiyê hewl dan ku Hikûmeta Komara Tirkiyeyê ji holê rakin."
Di biryarê de hat destnîşankirin ku beriya derbeyên leşkerî civakê amade kirine û di encamê de jî gelekî kes mexdûr bûne û êşên dijwar kişandine.
Di biryara bihincet de hat diyarkirin ku di vê pêvajoyê de bûyerên mezin û êşên mezin qewimîne û rêçên midaxeleyan hê jî ji holê ranebûne û ev gotin di biryarê de cih digire: "Di qeydên telefon û parastin û nivîsên bersûcan de eşkere dibe ku derbeya leşkerî ya 1960an wek şoreşê dibînin. Mensûbên Rêxistina Terorê ya Ergenekonê bi eşkereyî hewl didin ku li welêt ji bo derbeyê şert û mercan amade bibin."