Sayim Harmancı
13 Hezîran 2024•Rojanekirin: 23 Hezîran 2024
Li Hekariya ku bi bedewiyên xwe yên dîrokî û siruştî bi nav û deng e, bi saya wê yekê ku di salên dawîn aramî û asayiş lê serwer e, bi germbûna hewayê ra û bi serxwe va hatina siruştê, liv û tevgera geştiyariyê dest pê kir.
Bajarê ku hezar û 720 mêtro bilind e û beşeke wê ya mezin ji çiyayên bilind pêk tê, bi siruşta xwe ya pak û ciwan balê dikişîne, di serdema dawîn da bû navendeke giring a geştiyariyê.
Hekariya ku bedewiyên wê yên veşartî hê nû nû tên keşifkirin, zozanên wê yên xwedî dîmenên bêhempa, cemed, şelale û curbicuriya jiyana wê ya kovî dibe ziyaretgeha geştiyaran.
Geştiyarên ku di rojên dawîn da bi navgîniya şirketên turê tên herêmê, li siruştê û cihên dîrokî digerin û der barê çand, siruşt û dîroka wê da dibin xwedî agahî.
Li parêzgeha ku her sal hejmara geştiyaran lê zêde dibe û jiyana civakî geşe dide, xebatên geştiyariyê jî dibin sedema geşepêdana aboriya wê herêmê.
Walî û Wekîlserokê Şaredariyê Alî Çelîk got, "Digel ku heta sala 2016an rêjeya geştiyarên ku dihatin parêzgeha me salane derdora 40 hezarî bû, piştî vê tarîxê her sal hejmara geştiyaran zêde bû. Heta par 110 hezar kes serdana bajarê me kirin. Ev geşedaneke mezin e. Bi giştî hejmara me ya hêwirînê ya salane gihîştiye 170 hezarî. Ev hejmar tenê ya wan kesan e ku bi armanca ger û geştê tên."
Şeyma Îsmaîla ku ji Iraqê hatiye jî diyar kir ku Hekarî xwedî menzereyeke bêhempa ye û wiha got, "Yên ku berê nehatine vê derê, bila werin û bibînin. Em pir xweş hatin pêşwazîkirin. Gelekî mêvanperwer in. Min gelek cih û der dîtine, lê ev der bi tevahî cuda ye."
Chase Jhonsonê ji Amerîkayê hatiye jî wiha got, "Min ev bajar gelekî eciband. Çiya û mirovên vê derê gelekî baş in. Her kes hewl dide alîkariyê bike. Cihekî pir xweş e. Xwedêkirî ku em hatine."