ŞIRNAK
Parlementerên BDPê yên Şirnaxê yên hatin tehliyekirin Faysal Sariyildiz û Selma Irmak hatin navçeya Cizîrê.
Parlementer Sariyildiz û Irmak bi qefîleyeke ku nêzîkî hezar wesayitan pêk tê hatin navçeyê. Li navçeyê komeke qelebalix li ber avahiya BDPê civiya û ew pêşwazî kirin.
Sariyildiz li vir axivî û got: "Em 5 parlementer ji girtîgehê derketin, lê em bi her awayî bextewar nînin. Lewra gelek hevalên me di girtîgehê de man. Em pê dizanin ku bi vê kirina xwe ne samîmî ne."
Sariyildiz bal kişand ku pêvajoyeke nû dest pê kiriye û wiha dewam kir: "Hetanî em bigihêjin azadiyê em ê hewl bidin. Em ji zext, zor û girtinê natirsin. Hemû hevalên me yên di girtîgehê de jî wiha difikirin."
Sariyildiz got ku divê pêşiya siyaseta demokratîk bê vekirin.
Piştî axaftinê konvoya ku Sariyildiz û Irmak jî tê de ber bi Silopiyê ve çû.