BİTLİS
Li gundê Nursa girêdayê Hîzana Bedlîsê gundî ne bi daholê, bi lawijan radibin paşîvê. Melayê gund ji hoparlora mizgefta gund lawijan dixwîne û gundî jî hem paşîva xwe dixwin hem jî lawijan guhdarî dikin.
Nurs ew gund e ku Bedîûzaman Seîdê Kurdî li wir hatiye dinê. Li Nursê remezan bi çalakiyên cur bi cur didomin. Li gund roja ewilîn ya remezanê heya niha dahol nayê lêxistin.
Melayê gund Hacî Okur piştî lawijên kurdî, lawijên tîrkî û erebî jî bi gundiyan dide guhdarîkirin. Haci Okur daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku ev kevneşopî demeke dirêj e li gund heye, ji ber ku ew jî vê kevneşopiyê didomîne kêfxweş e.
Okur diyar kir ku gundî ji serê remezanê ve bi lawijan radibin paşîvê û got ku ev yek manewiyatê zêdetir dike. Gundî jî ji vê yekê gelek kêfxweş in.