ÎSTANBUL
Serokê 13emîn Dadgeha Cezaya Giran ya Stenbolê Hasan Hûseyîn Ozese dest bi xwendina biryara derbarê Doza Ergenekonê de kir.
Di Rûniştinê de Serok Ozese diyar kir ku biryara der barê bersûcan de amade kirine.
Ozese destnîşan kir ku biryar ji du merhaleyan pêk tê û got ku di merheleya ewilîn de hikma der barê bersûcan, merheleya duyem de jî rewşa girtîtî û daxwazên bersûcan cî digirin.
Li gor kurtasiya ku Ozese xwend bersûc û cezayên wan yên hepsê wiha ne:
-Ji bersûcên "Doza Andica Înternetê" Tûxamîral Alaetîn Sevîm 10 sal
- Supasalarê teqawîtbûyî Îsmaîl Hakki Pekîn 7 sal û 6 meh
- Serdarê teqawîtbûyî Arîf Dogan 47 sal û 3 meh
- Serokê rêxistina sûcê Sedat Peker 10 sal
-Rektorê berê yê Zanîngeha Ondokuz Mayisê Prof. Dr. Ferît Bernay 10 sal
- Rektorê Zanîngeha Uludagê yê berê Prof. Dr. Mustafa Abbas Yurtkuran 10 sal
- Cehdkerê suîkasta Akin Bîrdal Semîh tufan Gulatay 12 sal
-Midûrê berê yê Şubeyê yê Tekoşîna bi Sûcên Organîze re Adîl Serdar Saçan 14 sal û 5 meh
-Nivîskar Ergun Poyraz 29 sal û 7 meh
-Ji bersûcên dosyeya molotof avêtina rojnameya Cumhuriyetê Bedîrhan Şînal 18 sal û 8 meh
- Prof. Dr. Erol Manîsali 9 sal û 8 meh
- Serokê YOkê yê berê Kemal Gurbuz 13 sal û 11 meh
-Şaredarê Esenyurtê yê berê Gurbuz Çapan salek û 3 meh
- Doç. Dr. Umît Sayin 4 sal
- Nivîskarê rojnameya Aydinlikê Hîkmet Çîçek 21 sal û 9 meh
- Derhênerê Weşana Giştî yê Kovara Aydinlikê yê berê Denîz Yildirim 16 sal û 10 meh
Serokê berê yê Ulku Ocaklariyê Îstanbulê parêzer Levent Temîz 10 sal
- Texmen Mehmet Alî Çelebî 16 sal û 6 meh
-Ümraniye'de 27 el bombasının ele geçirildiği gecekondunun sahibi Mehmet Demirtaş 22 yıl
- Xwediyê gecekonduya li Umraniyê yê ku tê de bombe hatibû bidestxistin, Mehmet Demîrtaş 22 sal