Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin Alparslan dema ku bi minîbusa xwe ji karê xwe vedigeriya mala xwe li nêzî Yokûşlûyê ji aliyê komeke çekdar ve hat rawestandin.
Kom siwarê wesayîtê bû û Alparslan birin cihekî ku hê jî nayê zanîn.
Serokê Giştî yê Huda-Parê Zekeriya Yapicioglû daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku Serokê Navçeya Dîcleyê Ercan Alparslan hat revandin. Yapicioglû got ku "Serokê me yê navçeya Dîcleyê ji aliyê rêxistinê ve hat revandin. Ez bangî BDPyê dikim ku bila bêyî ku neynûka serokê me yê navçeyê xwîn bibe wî berdin. Heke ne dê berpirsyariya vê yekê bikeve li ser milên wan."