27 Nîsan 2016•Rojanekirin: 28 Nîsan 2016
VAN
Li Îpekyoluya navçeya Wanê, hêzên ewlekariyê, li ser îxbara welatiyekî, TNT û 28,5 kîlogram teqemeniya destî ku bi teqemeniya A-4ê hatibû teqwiyekirin, dîtin û îmha kirin.
Li gorî agahiyan, tîmên Mudûriya Şaxa Îstîxbaratê û yên Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriya Ewlekariya Wanê, ji welatiyekî îxbar sitendin ku endamên rêxistina terorê li taxa Hacîbekir, teqemeniyê destî amade kirine.
Di operasyona ku helîkopter tê da hat bikaranîn da, varîlek plastîk hat dîtin ku TNT û 28 kîlo û 460 gram teqemeniya destî ku bi teqemeniya A-4ê hatibû teqwiyekirin û 2 kabloyên elektrikê tê da bûn.
Teqemenî ji aliyê pisporên îmhakirina bombeyan va hatin neçalak kirin.