VAN (AA) -
Di çarçoveya bernameya veberhênana, rêyên gundên Kadîrasker, Keklîkova, Aşagi Işikli, Bucakonu û Şerefliyê tên parkekirin.
Qeymeqam Barbaros Baran xebatên parkekirina rêyan qontrol kir û ji bo ku xebat li gor standartan bê kirin telîmat da berpisyarê şîrketa ku rê çêdike.
Baran di daxuyaniya xwe de got ku, par rêyên 4 gundan bi parke kirin, îsal jî li 6 gundan xebatên xwe didomînin.
Baran, got ku bi vî awayê dê gundên me xweşiktir bibin û dê ev xebat standarta gundên me bilind bike. Dê rêyên gundan ji toza havînê û heriya zivîstanê xilas bibin.