06 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 07 Rêbendan 2016
ANKARA
Serowezîr Ahmet Davutoglu, li ATO Congresiumê beşdarî merasîma danasîna projeyên 2016 û ê piştre yê Şaredariya Mezin ya Enqereyê bû û tê da gotarek pêşkêş kir.
Serokwezîr Davutoglu di gotara xwe da got, "Ji hemî cîhanê ra, ji hemî mirovên xwedî wîjdan ra dibêjim, digel rejîma Sûriyeyê ya ku bi bêînsafî û bi hovîtî bombeyan bi ser sivîlên bêguneh da dibarîne, Rûsya jî bûye şirîkê vê zulmê. Divê êdî li hember êş û derdê birayên me yên ku ji Ezezê, ji Çiyayê Tirkmenê, ji Bayirbûcakê û ji hemî herêmên Sûriyeyê ji ber bombebarana rejîma Sûriyê û yawerên wê û yên ku ji ber terora DAEŞê direvin bêdeng neyê mayîn. Gunehê 36 cesedê ku li peravên me dan, di sitûyê civaka navneteweyî, Rûsya û Sûriyê da ye."
Davutoglu anî ziman ku welatî li hêviya xizmetê ne, hinek derketina kortikan dikolin û barîkatan datînin û got, "Derketina behsa hinek binyadên weke 'xweserî û xwebirêvebirinê' dikin. Em dipirsin, hûn dibêjin 'xweserî' û hûn îdîa dikin ku ê ev rewşa herêmê biguhere, lê belê ew pereyên emanet ku ji bo 'mesrefa welatiyan' dikevine destê we, ji bilî xizmeta welatiyan hûn di her cihî da xerc dikin. Welatî li hêviya xizmetê ne, lê ev begefendî kortik û koncalan dikolin, barîkatan datînin, derfetên di destê xwe da bi vî şiklî serf dikin."
Serokwezîr Davutoglu herwiha got, "Derdê van ne avakirin e, ne avakirina bajaran e, derdê van ne ew e ku bihêlin gelê me yê herêmê, bi bextewerî, bi aramî û mureffeh bijîn. Derdê wan ne ew e ku bizmarekî bikutin û berhemekî nû çêkin. Hebe nebe îdeolojî, polemîk, derew, propogandaya reş û teror e. Ji bedêla ku çavkaniyên darayî yê gel her ji bo gel bikar bînin, di rêya macerayên tarî da xerc dikin. Tevir, greyder, kamyon û wesayitên kar yên di dest terorîstan, ev ji wan ra peyda dikin. Rêveberên van şaredariyan ku weke navenda lojîstîkî ya rêxistina terorê dixebitin, helbet ê rojekê hesabê van karên xelet û van îxanetên xwe bidin."
Serokwezîr Davutoglu behsa xercên şaredariyan kir û got, "Ji sedî 62,6ê mesrefên giştî yê Şaredariya Mezin ya Mêrdînê ji karmenda ra tê xerckirin. Halbûkî di nîvekkirina Tirkiyeyê da ev ji sedî 11,7 e. Gelo ev karmend çi dikin, çi xizmetekê dikin ku mesrefên wan di ser sedî 60î ra ye? Emê yeko yeko lê bikolin bê ka ev mesrefên karmendan bi ku ve diçin û emê hesabê vê ji wan bipirsin."