20 Mijdar 2015•Rojanekirin: 21 Mijdar 2015
BAMAKO
Hat ragihandin ku li Bamakoya paytextê Maliyê li Otêla Radîssonê herî kêm 170 kes bi destê komeke çekdar dîl hatin girtin.
Rayedarên herêmî destnîşan kirin ku li Otêla Radîssonê ya li taxa Hamdallayeya li paytext Bamakoyê, gelek kesên biyanî bi destê komeke çekdar, dîl hatin girtin.
Rayedarên herêmî diyar kirin ku koma çekdar 170 kesên ku 140 kes jê mêvan in û 30 kes jî xebatkarên otêlê ne, dîl girtin.
Rayedarên ewlehiyê diyar kirin ku hêzên ewlehiyê ji bo xilaskirina dîlan li Otêla Radîssonê operasyon dan destpêkirin û hat ragihandin ku ji dîlan qederê 50 kes serbest hatin berdan ku di nav 50 kesî da 5 personelên THYyê jî hene.
Li gor agahiyên rayedaran êrîşkar herî kêm 8 kes in û hejmara kesên ku di pevçûnê da mirin jî derket 4an.
Li gor agahiyên çavkaniyên diplomatîk di nav dîlan da 7 kesên ji Çînê hene.
Li gor agahiyên şahidan ku dan nûçegihanê AAyê, çend kes bi wesaîteke bi plaqeya diplomatîk ku tê gotin hatiye dizîn, hatine otêlê.
Wek mayîn rayedarên ewlehiyê destnîşan kirin ku hin dilên ku dikarin Qur'ana Pîroz bixwînin serbest hatine berdan.
Çavkaniyên diplomatîk destnîşan kiribûn ku di nav dîlan da 6 personelên Rêhewayên Tirkiyeyê hene.
Hat destnîşankirin ku Serokê Dewleta Maliyê Îbrahîm Bubakar Keîta ji ber bûyerê serdana xwe ya li Çadê nîvco hişt.