21 Adar 2016•Rojanekirin: 22 Adar 2016
BRÛKSEL
Çadira ku PKKya rêxistina terorê bi destûra rêvebiriya Belçîkayê vegirt, hê nehatiye rakirin û li ser pîneyên ku nîşaneya rêxistina terorê ne, hene.
Çadir du roj piştî êrîşa terorê ya li Enqerê hat vegirtin. Remzî Kartalê ku li Belçîkayê ji rêvebirên rêxistina terorê ye tê da daxuyanî da çapemeniyê. Çadir hê nehatiye rakirin. Bi hinceta ku ferman da û li Stenbolê bombebaran hat kirin, ji bo Kartal bultena sor hat derxistin ku were girtin.
Li ser û der û dora çadirê pîneyên ku nîşaneya rêxistina terorê ne, hê dimînin û çadir ji aliyê polêsê Belçîkayê va jî tê parastin. Herî kêm wesaîteke polêsan şev û roj li ber çadirê nobetê digre. Qismekî çadirê pêr şewitî, ji bilî polêsan piştgirên rêxistina terorê jî nobetê digrin.
Her çend Belçîka PKKê wek rêxistina terorê qebûl bike jî, destûrê dide û ev jî dibe sedema bertekên tirkên ku li Belçîkayê dijîn.
Duh hin tirkên li welêt berteknîşanî alîgirên PKKê dan. Polêsan midaxale kir û tirk ji çadirê dûr xistin û alîgirên rêxistina terorê dîsa çalakiyên xwe domandin.
Li ser berteka Tirkiyê beriya ku Serokwezîr Ahmet Davutoglu beşdarî Civîna Tirkiye û YEyê bibe, pîneyên li ser çadirê hatin rakirin û çadir hat valakirin, lê çadir paşê dîsa hatibû vekirin.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di serî da rayedarên tirk bertekeke tund dabûn vê rewşê. Erdogan wiha gotibû: "Ev ne dirust in, ne semîmî ne. Ev dualî hereket dikin. Îro al daxistine, poster rakirine, hûn kê dixapînin. Dirust bin, semîmî bin. Li pêşberî we Tirkiyeyeke ku bixape tuneye, tirkekî ku bixape tuneye. Vê bizanin. Navê vê teslîmbûna terorê ye. Ev teslîmî terorê bûn." Davutoglu jî piştî civînê berteka xwe dabû nîşan.
Wezîrê Karên Derva Mevlût Çavuşoglu jî duh li Wezîrê Karên Derva yê Belçîkayê geriya û got ku divê demildest were rakirin. Tirkiyê gazî Balyozê Belçîkayê yê li Enqerê Marc Trentesau kir û anî Wezareta Karên Derva û protestoya Tirkiyê ji Belçîkayê ra ragihandibû.
Eqrebayên kesên ku di êrîşa Enqereyê da mirin jî çelenga reş danîn ber Balyozxaneya Enqereyê ya Belçîkayê û destûra ku ji rêxistina terorê ra hatiye dayîn, şermezar kirin.