21 Adar 2016•Rojanekirin: 22 Adar 2016
ŞANLIURFA
Serokê Giştî yê Komeleya Hevkarî û Alîkariyê ya Ereban (ARAP-DER) Şukru Kirboga got ku PYD hewl dide ku li bakurê Sûriyeyê federasyonê ava bike û wiha axivî: "Rêxistina terorê PYD ji bo ku mirovên muxalif ên ku li hember wan disekinin ji malên wan derxin ev lîstikana çend caran lîst."
Kirboga ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku PYD bi îlankirina federasyonê ve dixwaze suniyan ji herêmê derxe û wiha axivî: "200 kes di konekî de civiyane û dibêjin em federasyonê ava dikin, federasyon wiha nayê avakirin. Erebên di nav wan de jî bi rastî erebên li Sûriyeyê temsîl nakin. Ev bi temamî lîstikek e. Rêxistina terorê PYD ji bo ku mirovên muxalif ên ku li hember wan disekinin ji malên wan derxin ev lîstikana çend caran lîst. Armanca PYDyê ew e ku suniyan ji herêmê dûr bixe."
Kirboga got ku PYD bi tenê zor û zextiyê li hember ereban na, li hember her kesên ku ji wan cuda difikire dike û wiha dewam kir: "Li ser hemû mirovên ku yekîtiyê dixwazin û umetparêziyê dikin zor û zextiyê dike. Di nav van kesan de birayên me yên kurd jî hene. Dema em bi wan re diaxivin em van tiştan ji wan jî dibihîzin. PYD komeke terorîst a ku li hember komên umetî ye. Nijada xwe û kesên ku wek xwe nafikire tune dike."
Kirboga got ku PYD li bakurê Sûriyeyê bi cih bû û di nav demê de desthilat bû û dema ji mirovan bertek dihatin jî li hember mirovan hewl hat dayîn ku ev bertekên wan ji holê rabin.
Kirboga anî ziman ku nûçeyên dibêjin "PYD û Esed pev çûn" derew in û armanc ew e ku welatiyên sunî ji herêmê derkevin.