Abdullah Söylemez,Muhammet Ali Ateş
23 Nîsan 2024•Rojanekirin: 29 Nîsan 2024
Cemeda li ser rûyê Gola Masiyan ku li Avkevira (Taşliçay) navçeya Agiriyê ye û zivistanê di serma û seqemê da bi temamî diqerise, bi germbûna hewayê ra êdî dihele.
Gola Masiyan ku bi qasî 30 kîlomêtro dûrî Avkevirê ye, bi tebîeta xwe bal û dêna ziyaretvanan dikişîne.
Cemeda li ser rûyê Gola Masiyan ku li devereke 2 hezar û 241 mêtro bilind e û zivistanê di serma û seqemê da bi temamî diqerise, bi germbûna hewayê ra êdî dihele.
Bi germbûna hewayê û hatina biharê ra teyr û tilûr jî êdî bere bere tên herêmê û lê diêwirin.
Ekîba Ajansa Anadoluyê (AA) li herêmê dîmenê çiyayên hê lê berf heye û gola ku cemeda li serê bere bere dihele, kişand.