İbrahim Atmaca
08 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 09 Tîrmeh 2019
Li Diyarbekir û Batmanê di heyamên ku çandinî tên avdan da Çemê Dicleyê û çemên Batman û Xerzanê şêlû dibe.
Li Diyarbekir û Batmanê dema avdana eraziyên ku li ser gilgil û pembû hatine danîn, dest pê kir.
Hin cotkar bi kanalên ku di çarçoveya GAPê da hatin çêkirin va eraziyê xwe av didin, hin cotkar jî bixwe coyan vedikin û avê dibin ser eraziyê xwe.
Çemê Dicle û Xerzanê şêlû diherike
Lê her çend hişyarî hat dayîn û cotkar hatin agahdarkirin jî ji sedî 80yî cotkaran zêdetir hê bi rêbazên covekirinê va avdêriyê dikin. Bi vî hawî av zêdetir diçe ser eraziyan û axê bi xwe diherikîne. Axa ku hatiye dermankirin û gubrekirin, tevî çem dibe û diherike.
Di vê heyama ku avdêrî zêde dibe da Çemê Dicle û çemên Batman û Xerzanê şêlû dibin û wek heriyê diherikin.
Serokê Beşa Karên Çandinî û Avdêriya Çandiniyê ya Fakulteya Ziraetê ya Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Oner Çetîn daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Ji ber ku cotkar coyan vedikin û avê wisa dibin ser eraziyên xwe, bi taybetî jî wexta ku bi rêya cewan avê dibin ser eraziyên ku berwar in, av lê dixe xaliya ser erazî ya seba çandiniyê kêrhatî ye, diherikîne û dibe. Ev av û axa ku ji erazî diherike, dikeve nav çem. Ji ber vê ye ku Çemê Dicleyê şêlû bûye û rengê wê bûye qehweyî. Meriv dikare şûna cewan bi rêya nuqutandinê an jî rêyên din avdêriyê bike."