Rektorê Zanîngeha Yuzuncuyilê Prof. Dr. Peyamî Battal di vekirina komxebatê ya ku li Salona Konferansê ya Fakulteya Îlahiyatê tê lidarxistin de axivî û wiha got: "Tişta herî ne baş ew e ku mirov mafên mirovan ên ku dema dibin bi xwe re tînin, înkar bike."
Battal di axaftina xwe de wiha got: "Ne tenê li zanîngehan 3-5 sal berê di otobêsan de jî axaftina bi zimanê xwe qedexe bû. Ji ber vê sedemê jî heke kî bûbe sedem ku îro em hatine vê astê, em ji wan re sipasdar in. Di serî de jî ji serokwezîr re sipasdar in. Heke meriv bi zimanê xwe neaxive û muzîka xwe guhdarî neke dibe? Bila her kes bi zimanê xwe biaxive û muzîka xwe guhdar bike."
Battal destnîşan kir ku di vî warî de pêşketinên mezin pêk hatin û dê ev berdewam bike û wiha got: "Di vê komxebatê de dê pirsgirêkên kurdî yên di nav xwe de û gavên ku hewce dike bên nîqaşkirin."
Battal diyar kir ku divê hewl bidin da ku dewlemendiyan biparêzin û bi vê mebestê wan jî Enstîtuya Zimanên Zindî ava kiriye û wiha got: "Li welatê me gelek ziman tên axaftin û ev dewlemendiyek e. Jiholêrakirina dewlemendiyan qetl e."
Battal destnîşan kir ku ji bo di bin banê Fakulteya Perwerdeyê de Beşa Mamostetiya Zimanê Kurdî were vekirin serî li YOKê dane û wiha axivî: "Heke bê pejirandin em ê dest bi xebatan bikin. Vekirina beşa kurdî dê xizmeta herêma me bike. Divê êdî em mezin bifikirin û gavên baş bavêjin."
Piştî Battal Alîkarê Rektorê Zanîngeha Bîngolê Prof. Dr. Abdulazîz Bekî axivî bi 4 zimanan silav li beşdarvanan kir. Bekî destnîşan kir ku mijara komxebatê zimanê zikmakî ye.
Bekî di axaftina xwe de diyar kir ku li gor Îslamê zimanê zikmakî ayeteke qudretê ye û Îslam hemû rengan qebûl dike û wiha dewam kir: "Di dîrokê de li ziman û rengên cihê zilm hatiye kirin. Ev li dijî dîn û îmanê ye. Rengên cihê ne cihêtî ye. Divê em vê baş binirxînin û komxebatên wiha domdar bin."
Komxebat bi rûniştinan dewam dike.