ANKARA
Şuraya Leşkerî ya Bilind civîna xwe ya salane ya ku her tim di meha tebaxê de pêk tê, di bin serokatiya Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan de dawî lê hat.
Piştî ku biryar hatin îmzekirin Serokwezîr Erdogan axaftina dawî kir. Serokwezîr Erdogan dema ku ji Baregeha Sererkaniyê veqetiya, silav da leşkerên merasimê. Serokê Sererkanê Orgeneral Necdet Ozel ew bi rê kir.
Biryarên ku di civînê de hatin girtin wê pêşkeşî Serokomar Abdullah Gul bkin û piştre wê bi gel re bên parvekirin.
Di civîna şûrayê de li ser mijarên bilindkirina rutbeyên general, amîral û serhengan û xebatên teqawîdbûna wan hat sekinandin. Der barê rewşa kesên ku ji ber bêdîsiplîniyê û bêexlaqiyê wê ji Hêzên Çekdar yên Tirk (TSK) veqetin jî hat axaftin. Di civînê de mijarên din yên ku TSKyê eleqedar dikin jî hat nirxandin.