Ahmet Aydın
29 Rêbendan 2021•Rojanekirin: 29 Rêbendan 2021
Di danezana Lijneya Ewlekariya Neteweyî (MGK) de tekezî li wê yekê hat kirin ku Tirkiye biryardar e ku li Ege, Rojhilata Deryaya Spî û Qibrisê mafên xwe yên ji hiqûqa navneteweyî biparêze.
Piştî civîna Lijneya Ewlekariya Neteweyî ya ku bi serektiya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li Kulliyeya Serokomariyê hat lidarxistin, danezan hat weşandin.
Di Danezana MGKê de tekezî li wê yekê hat kirin ku Tirkiye biryardar e ku li Ege, Rojhilata Deryaya Spî û Qibrisê mafên xwe yên ji hiqûqa navneteweyî biparêze.
Herwiha di danezanê de bangawazî hat kirin ku ji bo qedandina hebûna rêxistina terorê li cîranên wê yên başûr bê dawîkirin pêdivê aktorên navnetweyî berpirsyariyên xwe bînin cih.
Di danezanê de terora li Somalî, Afrîqa û cografyayên cihê cihê hat şermezarkirin û tekezî li wê yekê hat kirin ku dê Tirkiye di bicihanîna berpirsyariyên xwe de berdewam be.