Haydar Şahin
29 Rêbendan 2021•Rojanekirin: 29 Rêbendan 2021
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê bi îdiaya di nav şaxa "xizmetên mehrem" ên li Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) da cî girtine ji bo 66 şikbaran da biryara binçavkirinê da.
Di daxuyaniya serdozgeriyê da hat destnîşankirin ku MÎTê û Serokatiya Daîreya Sîber û Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Giştî ya Ewlekariyê ji bo deşîfrekirina endamên FETOyê xebitîn, di encama xebatan da ji bo 66 şikbaran hat tesbîtkirin di nav şaxa "xizmetên mehrem" ên li Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan ya rêxistinê da cî girtine da biryara binçavkirinê hat dayîn.
Dîsa di daxuyaniyê da ha gotin ku ji bo binçavkirina 66 şikbarên di nav wan da yarbayek, serdarek, 4 serpel, 17 usteymen, 2 teymen, 17 binefser, 22 xwendekarên eskerî û 2 "îmamên mehrem" ên rêxistinê hene li 25 bajaran operasyon hat kirin.
Hat ragihandin ku 41 şikbar hatin binçavkirin, ji bo derdestkirina yên din jî ekîbên TEMê yên Midûriyeta Ewlekariya Enqereyê xebatan didomînin.