24 Mijdar 2015•Rojanekirin: 25 Mijdar 2015
ANKARA
Li Diyarbekirê di 6-7ê Cotmeha 2014an da di xwepêşandanên bêdestûr da Boru, Dakak, Guneş û Gokgoz hatibûn kuştin. Duyemîn danîşîna doza der heqê kuştina wan de ya ku 21 jê girtî 34 berşik tên darizandin îro ye.
Duyemîn danîşîna dozê ya ku ji ber sedemên ewlekariyê neqlê Enqereyê kiribûn, dê li 2yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê were kirin.
Li gorî agahiya ku peyamnerê AAyê ji parêzerên gilîdaran wergirt, li bendê ne ku di danîşînê da ji dayîkên Boru, Dakak, Guneş û Gokgoz bi sifatê "gilîdar" va beyanên wan were standin. Heger werin danîşînê dê îfadeya hin şahidên veşartî jî were standin.
Ji bo ku beşdarî dozê bin, biqasî 145 parêzerî belgeya erkê radestî dadgehê kirin.