02 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 03 Tîrmeh 2019
Alîkarê Wezîrê Karên Navxweyî û Berdevkê Wezaretê Îsmaîl Çatakli: "6 mehên ewil yên îsal di operasyonên hatin kirin da 649 terorîst hatin berterefkirin.
Alîkarê Wezîrê Karên Navxweyî û Berdevkê Wezaretê Îsmaîl Çatakli li Wezareta Karên Navxweyî daxuyaniya çapemeniyê li dar xist û der barê operasyonên dijî terorê tên meşandin da axivî.
Îsmaîl Çatakli destnîşan kir ku di operasyonên di meha hezîranê da 166 terorîst hatine berterefkirin û got ku 6 mehên ewil yên îsal di operasyonên hatin kirin da 649 terorîst hatin berterefkirin.
Alîkarê Wezîrê Karên Navxweyî û Berdevkê Wezaretê Çatakli diyar kir 381 kesên ku hat tesbîtkirin alîkarî dane rêxistinên terorê û bi rêxistinên terorê ra têkildar in hatine girtin.