Çiğdem Münibe Alyanak
22 Rêbendan 2025•Rojanekirin: 22 Rêbendan 2025
Li Behra Egeyê di saet 23.38an da bi mezinahiya 5,2yan erd hejiya.
Li gor agahiya ser malpera înternetê ya Serokatiya Rêvebirina Rewşa Afat û Acilê (AFAD), di Behra Egeyê da bi mezinahiya 5,2yan erd hejiya.
Hat gotin ku navenda erdhejê 6,62 kîlomêtre dûrî Ayvacika navçeya Çanakkaleyê ye û erdhej 8,65 kîlomêtre di binê erdê da çêbû.
Erdheja Behra Egeyê li Îzmirê jî hat hîskirin.
Waliyê Çanakkaleyê Omer Toraman li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û diyar kir ku rewşeke neyênî tuneye.