Li Wanê li navçeya Tûşbayê di taxa Degîrmenozuya ku ji ber berfê rêyên wê hatibûn girtin de sancûyê welidandinê yê jinekê destpê kirin. Jinik, piştî xebatên bi qasî 3 saetan gihandin nexweşxaneyê.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin Nazdar Soysûna (27) ku li Taxa Degîrmenozuyê ji ber berfê rêyên wê hatin girtin dijî û 6emîn zaroka xwe bi heml e, ji nişka ve nexweş ket.
Xizmên Soysûnê agahî dan û li ser vê yekê ekîbên tenduristiyê ber bi taxa 70 kîlometro dûrî navenda navçeyê ve derketin rê. Ekîbên Serwîsa Acîl a 112yê ji ber berfa pûke nekarin ku biçin taxê û di rê de asê man.
Li ser vê yekê Ekîba Xilaskirinê ya Medîkal a Neteweyî (UMKE) şandin cihê bûyerê. Ekîbên tenduristiyê piştî xebatên bi qasî 3 saetan bi arîkariya tîmê xilaskirinê gihand gund û piştî mudaxaleya ewil a li malê Soysûnê rakirin Navenda Tibê ya Dursun Odabaş a Nexweşxaneya Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê.