Haydar Şahin
15 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 15 Cotmeh 2015
PKKya rêxistina terorê ya ku li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê welêt rê dibire, wesayîtan dişewitîne, barîqatan datîne ser rêyan, hendekan vedide û teqemeniya di hin ciyan da bi cî dike li herêmê êrîşî xwendingehan dike û mafê xwendinê ji destê zarokan digre.
Hin saziyên civaka sivîl ên rêxistina terorê û partiyên siyasî di van salên dawiyê da li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê welêt bang dikin ku perwerde bê boyqotkirin, ev jî zarokan ji perwerdeyê mehrûm dike û ji bo mamoste û dê û bavên zarokan jî dibe sedema tirsê.
Alîgirên rêxistina terorê sala par di çalakiyên ku bi hinceta Kobanêyê hatin kirin da êrîşî 200 xwendingehên li tevahiyê welêt kirin û zirar dan wan, îsal jî li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê welêt li dijî Pêvajoya Çareseriyê pirsgirêkan derdixin, ji welatiyan ra tengasiyan derdixin, bi êrîşên li dijî xwendingehan va mafê xwendinê ji destê zarokan digrin.
Endamên rêxistinê bombeyên ku bi destan çêdikin datînin ciyên nêzîkî xwendingehan zarok û mamosteyan dixin hedefa xwe.
Pispor diyar dikin ku rêxistina terorê û alîgirên wê bi daxwaza qaşo "perwerdeya zimanê dayikê" va dixwazin ku gelê herêmê cahil bihêlin. Hin saziyên civaka sivîl jî balê dikişînin ku armanca banga PKKyê ew e ku bira zarok ji perwerdeyê dûr bisekinin û bi vî awayî ew jî ji xwe ra endamên rêxistinê bi dest bixin.