ANKARA
Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Taner Yildiz Seroka Komeleya Karsazên Ciwan ên Enqereyê Fatma Semîz û heyeta wê qebûl kir. Yildiz pirsên rojnamevanan ên der barê rojevê de bersivandin û wiha got: "Di nav mafên dewletê de mafê dewleteke cuda nabe. Em tiştekî wiha qebûl nakin."
Rojnamevanan gotina Seroka Şaredariya Mezin a Diyarbekirê Gulten Kişanakê ya 'Em ji çavkaniyên vejenê yên li Diyarbekirê para xwe dixwazin' bi bîr xistin û ji wî pirsîn. Yildiz li ser vê pirsê wiha got:
"Di nav mafên dewletê de mafê dewleteke cuda nabe. Em tiştekî wiha qebûl nakin. Heke wisa be, divê wê demê ji dahatên tûrîzmê bidin Antalyayê, ji hilberîna findeqan bidin herêma Behra Reş. Tiştekî wiha nabe. Tirkiye ji Edirneyê heta Qersê, ji Sînopê heta Hatayê yek e. Him TPAO û him jî şirketên taybet li herêma ku jê neft derdikeve rêyan çêdike, daran diçikîne û tovê hêşinahiyê direşîne, projeyên civakî çêdike. Lê divê em bizanibin ku ev tişt li gor çarçoveya wê projeyê çêdibin. Divê em wan kesên ku ji van meneyên din derdixin re eşkere bibêjin ku ev fikr ne rast e.Tirkiye bi hemû dewlemendiyên xwe ve yek e. Em bi hev re vê pêk tînin. Rojhilat û rojava, bakur û başûrê vî tiştî tuneye. Perê ku em bi dest dixin, em diavêjin hewzeke hevpar, dema ku hewcedarî çêdibe em bi hev re wî pereyî xerc dikin."
Hevdîtinên Iraqê
Yildiz daxuyand ku Wezîrê Petrolê yê Iraqê Abdulkerîm Luaîbî hefteya borî hat Tirkiyeyê û wan li gor hevdîtinên Bexda û Hewlerê komîteyek ava kir. Yildiz wiha axivî:
"Gotibû ku bi xebatên komîteyê ve ew dê bigihîjin encamekê. Lê heta niha hîn nûçe negihîşte destê me. Heke Bexda û Hewlêr li hev bikin, rewşa Iraqê dê normal bibe, dahatên neftê dê zêde bibe. Bi Bakur û başûrê welêt ve rojê 1,5 milyon warîl petrol li Iraqê derdikeve, ev avantajeke baş e. Lê niha xeta nefta xam a Kerkuk û Yumûrtalikê gelekî vala ye. Ev tiştekî xemgîn e. Heke ew neftê rafîne bikin em amade ne."