08 Sibat 2017•Rojanekirin: 09 Sibat 2017
ANKARA
Di şerê Operasyona Mertalê Feratê ya li dijî hedefên terorê yên li bakûrê Sûriyeyê hat destpêkirin de, 2 esker şehîd bûn.
Li gor agahiya ku Sererkaniyê belav kir, di çarçoveya Operasyona Mertalê Feratê de, di şerê piştî nîvroyê li hemberî DEAŞê hat destpêkirin de 2 esker şehîd ketin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Xwedê rehma xwe li şehîdên me yên ezîz bike. Xwedê sebrê bide malbat û eqrebayên şehîdên me. Bila serê Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê û gelê Tirkiyê sax be."
Di şerê li hemberî DEAŞê de, danê sibê 2 esker şehîd ketibûn û 15 esker jî birîndar bûbûn.