17 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 17 Cotmeh 2019
Di operasyonên payîz-zivistanê da 118 terorîstên PKKyî hatin berterefkirin.
Li gor daxuyaniya ku ji Wezarat Karên Navxweyî hat dayîn, operasyonên dijî PKKya rêxistina terorê yên ji bo payîz-zivistanê tên kirin dewam dikin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku bi saya îxbarên welatiyan hêzên ewlehiyê derbeyeke mezin li rêxistina terorê dan.
Di operasyonan de gelek şikeft, sitargeh û baregehên ku ji hêla endamên rêxistinê va dihatin emilandin hatin îmhekirin. Di encama operasyonan da heta niha 118 terorîst hatin berterefkirin
Di operasyonên li Ovuncuka herêma Wanê, ya Sêrt-Herekol, Bîngol-Ortaçanak, Diyarbekir-Gorese, Çemê Tuncelî-Kutuyê, Bidlîs-Sehî, Hatay-Amanoslar, Mûş-Şenyayla, Şirnex-Bestler û herêma Faraşînê hatin kirin da, hêzên ewlehiyê 130 çekên lûledirêj, 180 bombeyên destan, 17 hezar 871 fîşeng, 27 ton 534 kîlo melzemeyê teqemeniyê, 10 roket, 232 fîşengên roketê, xurek û melzemeyên jiyanê bi dest xistin.