12 Adar 2019•Rojanekirin: 12 Adar 2019
ÎSTANBUL
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan:"Bi saya vê xeta ku li Stenbolê qelebalixiya wê herî zêde ye ew ê di saetekî da 75 hezar, di rojê da milyonek û 700 hezar rêwî herin û werin"
"Xeta Trênê ya Gebze-Halkaliyê ew ê saetek û 10 deqîqeyî kêrî Stenboliyan were. Hûn dibînin xizmet tiştekê din e, gotin tiştekê din e."
"Em pê serbilind in ku ji 440 vagonên xeta banliyoyê ya Gebze-Halkaliyê jê 300 li welatê me tên çêkirin."
"Rêwiyên ancax bi 100 hezar wesayîtî dikarin bên birin û anîn wê bi tena serê xwe bi vê xeta me ya banliyoyê bên birin."
Serokomar Erdogan diyar kir ku ji bo Xeta Trênê ya Gebze-Halkaliyê kêmzêde 8,5 milyar lire pere xerc kirin.
"(Xeta Trênê ya Gebze-Halkaliyê) Dirêjehiya rêhesina Stenbolê 170 kîlomêtre bû bi vê xetê va 63 kîlomtre zêde bû gihîşte 233 kîlomêtreyî."
Erdogan got Xeta Banliyoyê ya Gebze-Halkaliyê wê bibe etaba Stenbolê ya Rêya Hevrişim a Hesin ya ku ji Londrayê heta Pekînê dirêj dibe.
"Bi vê xetê va trenên me êdî Pendîkê wê wek rawestgeha dawîn bi kar neynin. Ew ê ji vir heta Halkaliyê dewam bikin."
"Em biryardar in ku di nav bajarên herî zêde tên ziyaretkirin da Stenbolê ji rêza 8an bigihînin rêza ewil."
"Berdêla xetaya ku di sandoqê da tê kirin bi tenê ew kesên rayên xwe didin wî namzedî nakşînin, hemû bajêr dikişîne, em nehêlin bajarê me vê berdêlê bide."