15 Gulan 2016•Rojanekirin: 16 Gulan 2016
ANKARA
Li herêma Daglicaya ser Hekariyê di navbera terorîst û hêzên ewlehiyê da şer derket. Di şer da eskerek şehîd ket, 6 esker birîndar bûn.
Di daxuyaniya ser malpera serokatiya sererkaniyê hat weşandin da, saet derdora 12.20an, navbera esker û terorîstan da şer derket. Di şer da eskerek şehîd bû û 6 esker jî birîndar bûn.
Hat daxuyandin ku birîndar sewqî nexweşxaneyê hatin kirin û li wir tên dermankirin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşan kirin ku 6 terorîst hatin kuştin û li herêmê operasyon bibiryarî dewam dike.