27 Mijdar 2015•Rojanekirin: 28 Mijdar 2015
DIYARBAKIR
Li Sûra navçeya Diyarbekirê ji ber êrîşên terorîstan jiyan li welatiyan herimî.
Li Sûra navçeya Diyarbekirê ev demek e terorîstên PKKyî li kolanan barîkatan datînin, xendeqan dikolan û tê de teqemeniyê vedişêrin. Gelê navçeya Sûrê ji ber van çalakiya jiyana wan herimî û aciz in û ditirsin.
Welatî hesretî bangê Xwedê man
Terorîstan li hinek taxan mizgeft ji xwe ra kirine sitargeh, ji ber vê yekê jî welatî nikarin îbadetê xwe bikin. Tê ditîn ku terorîst bi pêlavan ketine hinek mizgeftan û eşyayê wan jî texrîb kirine. Ji ber bûyeran li hinek mizgeftan êdî banga Xwedê nayê xwendin, ji bo tewdîrê ji îbadetê re hatin girtin.
Dêr jî dibin tehdîda terorê de ne
Dêra Surp Gîragos piştî 600 salan ji bo îbadetê hatibû vekirin û niha ew jî ji ber bûyerên terorê dibe ku bê girtin.