29 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 30 Cotmeh 2015
Serokê Beşa Pêwendiyên Navneteweyî ya Fakulteya Zanistên Îdarî ya Aboriyê ya Zanîngeha Mûş Alparslanê Doç. Dr. Abdullah Kiran got, "Rêbaza berê ya dewletê, di salên 1990î de gund şewitandin û vala kirin û kurd mecbûrî koçê kirin. Îro jî PKK xendekan dikole û bajar û bajarokên kurdan dike hedefa rûxandinê, xelkê mecbûrê koçê dike."
Kiranê ku li heman zanîngehê di Beşa Ziman û Çanda Kurdî de dersên kurdî jî dide di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê de diyar kir ku qaşo "îlankirina xweseriyê" ya bi destê rêxistina terorê PKKyê û Partiya Herêmên Demokratîk (PHD) bi tu awayî nayê erêkirin.
Kiran wiha xeberda, "Yekalî xweserî dibe were îlankirin, lêbelê îlankirina xweseriya yekalî nabe, tiştekî wiha tuneye. Ji ber ku xweserî an jî otonomî bi rêya verastkirina hiqûqa naxweyî va pêkan e. Bi aqil û mantiq va meriv nikare îzahekê jê re bike ku HDP li deverên ku ji ser ji sedî 90 deng wergirtiye, xweseriyê îlan dike. Ev rêbazeke pir şaş û xeter e. Gelê kurd çalakiyên bi vî rengî qebûl nake."
- "PKKyê xwe paşda nekişand"
Kiran wiha dewam kir, "Kurdan dengê xwe da HDPyê da ku pirsa kurd bi rêyên demokratîk çareser bibe, ne ku dîsa salên tundiyê li wan vegerin. Lêbelê PKKyê qada têkoşînê ji siyaseta meşrû û sivîl re nehişt û xwe paşda nekişand."
Kiran bal kişand ku di çareserkirina pirsa kurd de rêbaza çek û tundiyê ji zû da ye ku wextê xwe tijî kiriye û jixwe Abdullah Ocalan jî gelek caran ev xal anî ziman.
Kiran destnîşan kir piştî ku HDPyê 80 parlementer derxist, divê dîsa berê xwe nedana rêbaza emilandina çek û tundiyê û wiha dewam kir, "PKKyê dîsa berê xwe da çek û tundiyê. Emilandina çek û tundiyê gelek destkeftiyên kurdan ên navxwe û dereke kir talûkeyê. Divê PKK îlelebed xatirê xwe ji çekan bixwaze."
Kiran destnîşan kir ku beriya PKKyê jî hereketa kurdan li li Diyarbekir, Batman û Agiriyê şaredarî bi dest dixist û wiha got, "Mehdî Zana bi alîkariya hereketa kurdan hilbijartina şaredariyê qazanc kir, lê paşê ket zindana Diyarbekirê û êşkence dît. Heger îro rêxistinên kurdan yên mîna Hak-Par, PAK û PDK hê jî qels bin, di vê de para tundiyê pir e."
Kiran bal kişand ku ji layê PKKyê va ji nû va rahêştina çekê, di warê bingeha demokratîk û siyaseta sivîl va derbeyek e û wiha axivî:
"Lê tu hincetê rê nedida ku li Tirkiyeyê dîsa meriv rahêje çekan. PKK û HDP ket pey çepê tirkên marjînal û stratejiya xwe ya hilbijartinê li ser dijayetiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ava kirin. Gotin, "Emê te nekin serok". Ev polîtîka ji binî va xelet bû. Yek, tu derdekî kurdan tuneye ka Serokomar Erdoganê bibe Serok an na. Yek jî pergala serokatiyê, rêbazeke bihêztir a modêla rêveberiyê ye û dikare hêsantir pirsa kurd û elewiyan çareser bike."
Kiran got hişmendiya ku li dijî serokatiya Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî derdikeve û ya ku li dijî serokatiya Serokomar Erdogan derdikeve gelek dişibin hevdu û gotinên xwe wiha kuta kir:
"Dijayetiya serokatiya birêz Barzanî, parêzvaniya siyaseta Îranê ye û polîtîkaya têkbirina dewletbûna kurdan e. Hal ew e ku lihevkirina birêz Erdogan û Barzanî, ne tenê ji bo pirsa kurd herwisa ji bo hizûr û aştiya hemû rojhilata navîn firsendek bû."