29 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 01 Mijdar 2015
DIYARBAKIR
Welatiyên ku ji ber aramiya bi saya serê Pêvajoya Çareseriyê li welêt hakim bûbû kêfxweş bûn, dixwazin ku heman rewş piştî hilbijartina giştî ya 1ê mijdarê ji nû ve dewam bike.
Di dema Pêvajoya Çareseriyê de dihat hêvîkirin ku PKKya rêxistina terorê çekan dayne lê piştî hilbijartina 7ê hezîranê rêxistinê dest bi rê birîn, barîkat danîn, hendek kolandin, di rêyan de teqemenî bicihkirinê kir û çalakiyên ku ewlehiya can û malê milet binpê dikin, li dar xistin. Welatiyên ku ji ber van kirinan mexdûr bûn hêvîdar in ku di vê hilbijartinê de aramî li çar aliyê welêt bi cih bibe.
Îdrîs Seyyarê ku li Sûra navçeya Diyarbekirê ji xwe re esnaf e, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji ber bûyerên piştî hilbijartina 7ê hezîranê qewimîn hindik ma ku dikana xwe bigire û wiha pê de çû: "Endamên rêxistinê li serê kuçe û di nav taxan de çal dikolan. Ji ber vê yekê ez bi zehmetî diçûm mala xwe. Em wek gel hizûrê dixwazin. Ev aramî beriya 7ê hezîranê hebû lê piştî hilbijartinê nema. Mala me li taxa Sûrê ye û em êvarê nikarin ji mala xwe derbikevin derve."
- "Lazim e operasyon dewam bikin"
Seyyar destnîşan kir ku ew ji ber operasyonan bi qasî 4 rojan bi mala xwe neketin, piştî operasyon bi dawî bûn derbasî malên xwe bûn û wiha domand: "Di nav dewletê de dewlet nabe. Ji ber vê jî operasyon divê heta dawiyê dewam bikin. Yê ku kesên 15-20 salî dixapîne û çekan dide destê wan PKKye."
Yusuf Aslan jî got ku em dixwazin li hemû welatên misilman in bila şer û pevçûn bi dawî bibe, ji ber ku xêra şer ji tu kesî re tuneye û ez wek kurdekî şer û kaosê naxwazim.
Aslan ragihand ku daxwaza wî ya herî mezin ew e ku piştî hilbijartina 1ê Mijdarê bi dilrihetî bikaribe here mala xwe û wiha dewam kir: "Herkes hizûrê dixwaze. Dema ku ez bi dilrihetî bikaribim biçim mala xwe ev nîşan dide ku hizûr heye. Beriya hilbijartina 7ê hezîranê ez bi dilrihetî diçûm mala xwe. Bêhizûriyê piştî hilbijartinê dest pê kir. Tu kurdek şer naxwaze."
- PKK him xortên me û him jî sivîlan dikuje"
Yakup Mogulganî jî bal kişand ser çalên ku di nav kuçe û taxan de û ev yeka rexne kir û bertek nîşanî çalakiyên rêxistina terorê yên ku di nav bajaran de dihatin kirin da.
Mogulganî got ku PKKê di demên berê de çalakiyên xwe li kersaxan dikir û wiha pê de çû: "PKKya ku şer anî nav bajêr him ciwanên me û him jî sivîlan dikuje. Ew kesên ku di 7ê Hezîranê de ji bo aştiyê ray dabûn HDPê wê di hilbijartina 1ê mijdarê de nedin lewra çiqas rayê bidin HDPê ewqas rewş xera dibe. HDP partiyeke ku gelê kurd bifikire nîne."
Abdullah Babrak jî ragihand ku welatiyên li Diyarbekirê rûdinên ji ber bûyerên terorî yên ku qewimîn di nav qisawetê de ne û gelek malan bar kir.