ŞANLIURFA
Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (Huda Par) Zekeriya Yapicioglu got: "Ev 90 salin ku gelê me di bin zor û zehmetiyan de bû, bi pêvajoyê re piçek bêhna xwe veda, rihet bû; lê niha jî hin kesên ku hizûra gel xirab dikin derketin holê."
Yapicioglu di kongreya navçeya Sêwregê ya Huda-Parê de axivî got ku, rojeva Tirkiyeyê zehf qelebalix e, li Tirkiyeyê ji bo çareserkirina gelek pirsgirêkan hewl didin.
Yapicioglu destnîşan kir ku di rojên dawî de êrîşî wan hat kirin, ew van êrîşan rexne dikin û got herî dawî jî hin kesan xwest ku wesayita serokekî me yê navçeya Îzmîrê bişewitîne.
Yapicioglu bal kişand ser pêvajoya çareseriyê û wiha axivî:
"Êrîşî partiya me dikin. Yên ku êrîşan dikin ew kesên ku bi hişmendiyeke 'Gelo em wiha bikin em ê karibin hizûra gel xirab bikin an na?' tevdigerin in. Niyeta wan kesan xirab e. Dixwazin fitneyê bikin nava gel. Mirovên fitnekar li hemû derê dinyayê hene. Lê em ê li hemberî fitneyan gelê xwe şiyar bikin. Bi salan li dijî bawerî û dînê mirovan şer hat kirin, alimên miletê hatin dardekirin, mizgeftan ji vo hespên xwe kirin axur, hînkirina Qur'anê hat qedexekirin. Ev 90 salin ku gelê me di bin zor û zehmetiyan de bû, bi pêvajoyê re piçek bêhna xwe veda, rihet bû; lê niha jî hin kes derketin holê, dixwazin hizûra gel xirab bikin."
Piştî axavtinê, di kongreyê de Ahmet Îdem wekî serokê navçeyê hat hilbijartin.