Endamê Huda Parê yê ku li Kanîreşa navçeya Çewlikê bi çekan ve êrîşî wî kiribûn çû rihma Xwedê.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin erebeyekê destê sibê Fethî Yalçinê (35) ku li taxa Kaleyê rûdinişt dema ku ji mala xwe derket teqîb kir. Ji erebeyê gule berî Yalçin dan û birîndar kirin.
Yalçin rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Karliovayê. Hemû tedawî hatin kirin lê belê dîsa jî Yalçin çû rihma Xwedê.
Ji bo ku êrîşvan bên girtin li hemûyê bajêr xebat dan destpêkirin.
Hat ragihandin ku Yalçinê endamê Huda Parê zewicî ye û bavê 4 zaran e.